Li Saarbruckenê komploya navneteweyî hate protestokirin
Komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê hate protestokirin.
Komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê hate protestokirin.
Bi banga Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk li pêşiya Eûropagaleriyê mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Di mîtîngê de belavok jî hate belavkirin û zextên Elmanyayê yên li dijî çalakgerên Kurd hate şermezarkirin. Bang li dewleta Elmanyayê hate kiri ku bila helwesta xwe ya li hemberî dewleta Tirk zelal bike.