Li Rûsyayê dewleta Tirk protesto kirin

Kurdên li gundê Çîstî Ples a girêdayî navçeya Yerşov a bajarê Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Bi navê gelê li gund Mîrzalî Yusubov mafê axaftinê girt û êrîşên dewleta Tirk û Îranê şermezar kir, anî ziman ku wê li dijî vê têkoşînê bidin. Yusubov diyar kir ku bi bombardoman kirina Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giştî Kurd hatine hedef kirin.

‘DEMA KU KURD DIBE MIJARA GOTINÊ DESTHILATDAR DIBIN YEK’

Gundiyan bal kişandin ku şewata li Rojhilat derdikeve jî polîtîkayek bizanebûne û bang li Rûsya, DY, DYE, NY û rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kirin ku li dijî êrîşan helwesta xwe diyar bikin.

Mele Ramazan jî da diyarkirin ku dema mijar dibe Kurd hêzên desthilatdar dibin yek û got: “Erdogan xwedî desthilatek faşîst e. Ti girêdana xwe bi ol ve nîne.”

Gundiyan anî ziman ku hetanî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.