Li Romayê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê li dijî faşîzmê meşek hate lidarxistin. Di meşê de tecrîd hate protesto kirin û berxwedana greva birçîbûnê jî hate silav kirin.
Li paytexta Îtalya Romayê li dijî faşîzmê meşek hate lidarxistin. Di meşê de tecrîd hate protesto kirin û berxwedana greva birçîbûnê jî hate silav kirin.
Îro saet 17:00’an Kurdistanî û Îtalî li paytexta Îtalya Romayê di ‘meşa li dijî faşîzmê’ de li hev civiyan.
Di meşê de bi dirûşmeyan politîkayên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker hate şermezar kirin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protesto kirin.
Di çalakiyê de berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hate sialv kirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Leyla Guven’ hate berz kirin.