Li Rennesê bîranîna Madimakê

Bi çalakiyekê li bajarê Rennes a Fransayê, cangoriyê qetlîama Madimakê hatin bibîranîn.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amara yê, 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend hatin bibîranîn ên ku li Madimakê hatibûn qetilkirin.

Di salona bi dehan kes tevlî bîranînê bûyîn de, wêneyên kesên di qetlîamê de hatî qetilkirin hate daliqandin.

Bîranîn ji bo kesên jiyana xwe ji destdayîn bi deqeyek rêz hate destpêkirin û piştre bi gotinek kurt berdewam kir. Çalakiya roja Înê hatî kirin bi axaftinên şermezarkirina katlîamê bi dawî bû.