Li qada Kasselê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin
Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Kasselê li Konîgsplatzê çalakî li dar xistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ya Kasselê li Konîgsplatzê çalakî li dar xistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareserî” de stand hat danîn.
Çalakî 3 saetan dewam kir û ji bo balê kesên derdor bikişînin xebat hatin kirin.
Nûnerên ku di çalakiyê de axivîn bal kişandin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkîldarî geşedanên herêmê agahî dan. Stand bi broşurên destan û bi materyalên dîtbarî hat xemilandin. Bi rêya meteryalan têkoşîn, dîrok û daxwazên gelê Kurd ji kesên serdana standê kirin re vegotin.
Endamên DKTM’ê bi armanca hişyarîkirina civaka sivîl her şemiyê di heman saetê (15:00) û li heman cihî de bi çalakiyên heman rengî li qadê bin.
Di standê de der barê çalakiya ku ji bo gihandin û xurttkirina dengê gelê Kurd di 17’ê Mijdarê saet 15:00’an de li ber avahiya Şaredariya Kaselê bê lidarxistin, agahî hatin dayîn û banga tevlîbûnê hat kirin.