Li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Brîtanyayê çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Îngiltere Londrayê li pêşiya avahiya Wezareta Karê Derve ji bo balê bikêşin li ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Li paytexta Îngiltere Londrayê li pêşiya avahiya Wezareta Karê Derve ji bo balê bikêşin li ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.
Îro li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Qralyeta Yekbûyî ji bo ku balê bikêşin li ser berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Alî Poyroz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku ji 14’ê Adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî du seatan dom kir û di axaftinan de banga bihestiyarbûnê li hikûmeta Qralyeta Yekbûyî hate kirin. Dosyeya têkildarî grevên birçîbûnê û daxwzên wan radestî rayedarên Wezareta Karê Derve hate kirin.
WEZARETA KARÊ DERVE: EM Ê MIJARÊ LÊKOLÎN BIKIN
Duh di desteya giştî ya parlamentoya Qralyeta Yekbûyî de Parlamenterê Partiya Karkeran Llyod Rûssel-Moyle grevên birçîbûnê anî rojevê û ji Wezîrê Karê Derve Jeremy Hûnt pirsî. Rûssel li desteya giştî ev pirs kir; “Li bajarê Newport a Gallerê Îmam Şîş 108 roj in di greva birçîbûnê de ye. Duh min serdana wî kir. Bi Îmam Şîş re niha bi hezaran Kurd ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan di greva briçîbûnê de ne. Tirkiye endamekî NATO’yê ye, niha li Tirkiyeyê gelek parlameter û rojnameger di girtîgehê de ne. Wezareta Karê Derve wê di vê mijarê de bikeve nava hewldanan, wê bi rayedarên dewleta Tirk re têkildarî vê mijarê bicive û wê pêşnûmeya ku Meclîsa Gallerê qebûl kirî pêk bîne?”
Wezîrê Karê derve Rûssel Moyle di bersiva dayî de wiha got; “Ez ê li daneyên vê mijarê binêrim û lêkolîn bikin. Dibe ku Tirkiye endamê NATO’yê be, dibe ku dostê nêz yê Îngîltereyê be lê ev nayê wê wateyê ku binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk em neînin ziman.”