Li pêşiya PE’yê banga ‘Nebin hevkarên sûc’ hate kirin

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya saziya Yekîtiya Ewropa ya li Strasboûrgê bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di hefteya 4’an de didome.

Çalakiyên li pêşiya saziyên Ewropa ên li bajarê Strasboûrg a Fransa ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de hatî destpêkirin û her diçe belav dibe, hatibû destpêkirin dewam dike.

Çalakiyê li pêşiya Parlementoya Ewropa ya li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava ‘Tecrîdê bişkîni, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de hatibûn destpêkirin didomimn.

Çalakiya bi pêşengtiya KCDK-E û TJK-E ji 25’ê Mijdarê ve li pêşiya Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin di hefteya xwe ya 4’an de didome. Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê bibûn, ji bo daxwazên şikandina tecrîdê bicihbên, dengên xwe bigihînin saziyên Ewropî bang li CPT’ê û KE’yê kir ku bi erka xwe rabin.

Çalakiya rûniştinê ya di hefteya 4’an di roja 2’an de saet 10:00’an destpê kir.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ve destpê kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin.

Her wiha dowîz ên li ser ‘Leyla Guven li dijî tecrîdê 160 roj e di grevê de ye’, ‘Kurdan dawiya DAÎŞ’ê anî, hûn bi bêdeniya xwe Kurdan dikujin’ , ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Li girtîgehan 7 hezar girtî di grevê de ne’ bilind kirin.

Li ser tecrîdê agahî hatin parvekirin û bêdengiya saziyên Ewropî hatin şermezarkirin.

Hate gotin ku divê KE û CPT bi erka xwe rabe û rewşa çalakvanên grevên bêdawî û bêdorveger di asta krîtîk de neû bang hate kirin ku tevlî hashtag #KurdsOnHungerStrike ya li ser tevna civakî hatiye destpêkirin bibin.

Kurdistaniyên li Fransa, Elmanya, Swîsre û Ewûstûryayê tevlî çalakiyê bûn.