Li pêşiya Parlementoya Ewropayê li dijî tecrîdê çalakî hate lidarxistin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya TJK-E li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de herfên slogana li dijî tecrîdê li ser sîwanan hate nivîsandin.  Li ser sîwanan bi Îngilîzî ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ hate nivîsandin.

Di çalakiyê de li ser tecrîdê belavok hatin belavkirin. Di belavokan de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Ocalan ji 24’ê Nîsana 2015’an û heta niha didome û ji bo rakirina tecrîdê li gelek bajaran çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Di çalakiyê de ji Konseya Ewropayê û CPT’ê hate xwestin ku bila erka xwe bi cih bînin.

Parlementerê ji Kibrisê Costas Mavrîdes jî piştgirî da çalakiyê. Mavrîdes got ku “Ji bo ku li Tirkiyeyê aştî pêk were divê AKP û Erdogan bi Rêberê Kurdan re muzakereyê bike. Heta ku li çiyayê Kurdistanê kulîlk hebin, ez ê bi we re bim. Bijî gelê Kurd. Dem dema têkoşîn û azadiyê ye. Ev ne bi tenê ya Kurdan, têkoşîna hemû mirovayetiyê ye.”