Li pêşiya avahiya YE’yê çalakiya ‘Stop Erdogan’ kirin

Li paytexta Belçîka Brûkselê li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakiya ‘Stop Erdogan’ pêk anîn.

Li pêşiya Parlemetnoya Ewropa (PE) ya li Brûkselê di çarçoveya kampanya ‘Stop Erdogan’ a rêxistina sêwan de ku civakên Ermenî, Suryanî, Kurd û Îslamî jî di nav de gelek rêxistin cihê xwe digirin, çalakiyek lidar xistin.

Gelek rêxistin û parlementerên tevlî çalakiyê bûn bal kişandin ser qetlîamên Serokkomarê Tirk Erdogan a li Kurdistan, Ermenistan û Lîbyayê.

Di çalakiyê de heman demê di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ standek ya îmze komkirinê hate danîn.

Gelek nûnerên saziyan ên tevlî çalakiyê bûn tevlî kampanya îmzeyan bûn.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku tavilê divê Erdogan bê darezandin.