Li PE konferansa Rojava: Hîtlerê roja me ya îro Erdogan e!

Li Parlementoya Ewropayê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de Erdogan şibandin Hîtler û Saddam.

Li Parlementoya Ewropayê ya li Brûkselê ji bo Rojava konferansek hate lidarxistin. Konferans di roja duyemîn de domiya.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya bal kişand ser vî tiştî ku wan pergaleke li ser jiyana hevpar ava kiriye.Çiya got: “Hemû serfiraziyên li vê qadê, navneteweyî ne” û diyar kir ku Tirkiye sûdê ji komên îslamîst werdigire û dixwaze rejîmeke îslamî ava bike.

Çiya bi domdarî got: “Tirkiye du hedefên wê hene. Berê rejîmeke Îslamîst a di bin xizmeta Tirkiyeyê de ava bikin û piştre jî hemû hesretên demokratîk ên Kurdan tune bike. Di destê me de lîste heye ku Tirkiyeyê çeteyên DAÎŞ û El Nisrayê bi kar aniye. Bi fînansmaniya Yekîtiya Ewropayê Kurd tên qetilkirin. Gelo çima Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide welatekî ku projeyên qirker dimeşîne. Erdogan bûye Saddam Huseyînekî nû. Çawa ku sûcdarên Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine darizandin, divê Erdogan jî were darizandin.”

ROJNAMEGERÊ EREB: ERDOGAN HÎTLERÊ ROJA ME YE

Berpirsê serwîsa Erebî yê Ahval Newsê Hassan Îbrahîm ji bo Erdogan got ku “Erdogan Hîtlerê roja me ye. Erdogan Kurdan û Ereban tehdît dike. Divê Yekîtiya Ewropayê helwesteke xurt nîşan bide.”

Endamê EÛTCC’ê Prof. Dr. Mîchael Gûnter jî diyar kir ku divê DYE PKK’ê ji lîsteya terorê derxe û zextan li ser Yekîtiya Ewropayê bike.

Sekreterê Giştî yê PartiyaYekîtiya Kurdan Şêx Elî jî got ku “Wê Kurd heta dawiyê ziman û axa xwe biparêzin. Pêdiviya Sûriyeyiyan bi avakirina aştiyê heye. Ji bo ku Tirkiye hêzên xwe yên li ser Sûriyeyê vekişîne, divê zext lê were kirin.”

Emmy Hostînhoûst ê ji Zanîngeha Harwardê nexşeyên kampên komkirinê yên di dema Qirkirina Ermenan de nîşan da û got ku herî zêde li Dêrazorê qetlîam hatiye kirin û li Serêkaniyê û Girê Spî jî ev qadên komkirinê hebû.