Li Parîsê platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê hate avakirin

Li paytexta Fransa Parîsê bi hevkariya gelek saziyan Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê hate avakirin.

Platfrom bi dirûşmeya “Em xwedî li berxwedana Leyla Guven û hevalên di greva birçîbûnê de derkevin” hate ava kirin û endamên platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê ya Fransayê seat 18:00’an bi daxuyaniya çapemeniyê avabûna platformê ragihand.

Platfroma ku ji nûnerên ACTÎT, CDK-F, HDK-A, ADHK, Partîzan Fransa, SYKP, TJK-E, SKB, FEDA, CÎK û mala gel Parzarcik-Elbîstan pêk tê li metroya Saînt Denîs a Strasboûrgê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê de hate gotin; “Sazî û kesên demokratîk ên li Ewropa heta roja îro bi çalakyên cuda xwedî li berxwedana mafdar a li dijî tecrîdê derketin. Lê di qonaxa niha de ev xwedîderketin kêm e. Ji bo desteka civakî ya li Ewropa a ji bo berxwedanê û pêkanîna daxwazên wan pêşxistina têkoşîna hevpar yek ji armancên me yên bingehîn e.

Li ser van armancan li pêşiya me em ê çalakiyên giran lidarbixin, bibin dengê çalakgerên grevên birçîbûnê û tecrîdê bişkînin.”

Piştî daxuyaniyê bi beşdarbûna 18 endamên platfromê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hate destpê kirin.

Berdevkên platfromê diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya li Parîsê ew ê roja Şemî û Yekşemê seat navbera 11:00 û 18:00’an de li Qada Repûblîqûeyê kon were vedan û banga tevlîbûnê li her kesê kirin.