Li Parîsê ji bo berxwedêrên grevê çalakî
Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn ji bo balê bikişînin ser berxwedêrn grevên biçîbûnê çalakiyek kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn ji bo balê bikişînin ser berxwedêrn grevên biçîbûnê çalakiyek kirin.
Piştî giranbûna rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 98’an de li gara trenê ya Parîsê çalakiyek hate kirin.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) saetên şevê Kurdistaniyên li Gare du Nordê kom bûn, bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ wêneyên berxwedêrên grevan hildan.
Di çalakiyê de Leyla Guven û hemû berxwedêrên di grevê de ne hatin silavkirin. Dîsa bang li hikûmeta Fransa û hemû saziyên eleqedar hate kirin ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê. Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer, dîktator Erdogan’ bi dawî bû.