Li Parîsê 12 Keldanî ji ber koronavîrusê mirin

Li Parîsê 12 Keldanî ji ber koronavîrusê mirin. CDK-F’yê peyameke sersaxiyê weşand.

Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) maseyên krîzê ava kir û ji bo alîkariyê xebatên xwe didomîne.

3 welatparêzên Kurd ji ber şewbê mirin. Li Parîsê û banliyoyên wê jî 12 kesên Keldanî ji ber koronavîrusê mirin.

Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) peyameke sersaxiyê ji Serokê Komeleya Asûrî û Keldaniyan (AACF) Brûno Zaya Yakan re şand û diyar kir ku gelê Kurd û gelê Keldanî di dîrokê de gelek êş kişandine, ew ji ber mirina Keldaniyan xemgîn in û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.