Li Parîs, Evry û Toûloûseyê tecrîd hate protestokirin
Li paytexta Fransa Parîsê, li Banliyoya Evry û bajarê Toûloûse tecrîda Îmralî hate protesto kirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, li Banliyoya Evry û bajarê Toûloûse tecrîda Îmralî hate protesto kirin.
Li paytexta Fransa û Banliyoya Evryê bi armanca protesto kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina li ser berxwedana grevên birçîbûnê meş hatin lidarxistin.
Meş li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Evry destpê kir û heta pêşiya Postexaneya Evryê dewam kir.
Di meşê de pankarta ‘ji Ocalan re azadî”, alayên PKK, YPG, YPJ, û wêneyên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê hatin hildan.
Li pêşiya Postaxaneya Evryê Hevserokê Meclîsa Gel a Evry Idrîs Erkek axivî, balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan û got; “Îro li girtîgehê 8 hevrêyên me ku çalakiya fedayî kirine hene. Leyla Guven û hevalên me yên li Strasboûrgê di sînorê mirinê de ne. Divê em bibin deng û nefesa wan.”
Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.
LI PARÎSÊ LI PÊŞIYA MUZEYA LOÛVRE ÇALAKÎ
Bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad (CJA) Kurdistanî û jinên ciwan li hev civiyan û li pêşiya Muzeya Loûvre ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Ocalan û balkişandina li ser grevên birçîbûnê çalakî kirin.
Di çalakiyê de wêneyê 14 çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û pankarta “Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” hate hildan.
Ciwan li dora muzeyê bûn xelek û bi zimanê Fransî dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.
Piştî çalakiyê ciwan heta Qada Champs Elysee meşiyan û çalakiya rûniştinê lidarxist. Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Fransa Toûloûse ji bo balkiaşndina li ser grevên birçîbûnê û şermezar kirina tecrîda li ser Ocalan meşek hate lidarxistin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê meşê destpê kir û berxwedêrên greva birçîbûnê hate bibîranîn.
Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.