Ji bo Jîna Eminî li Oslo û Malmoyê çalakî hatin lidarxistin

Qetilkirina Jîna Emînî û êrîşên li ser çalakiyên şermezarkirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Norwêc Osloyê û li bajarê Malmo yê Swêdê hatin şermezarkirin.

Bi sedan Kurd, Îranî, Norwêcî û pekhateyên din roja Şemiyê saet di 13:00 de li paytexta Norwêc Osloyê li ber Parlamenta Norwêcê hatin ba hev.

Çalakvanan êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li dijî çalakiyên protestoyî şermezar kirin û berxwedana gelan silav kirin.

Çalakî ji aliyê Komeleya Partiya Komûnîst a Îranê û hîn saziyên Norwêc û Îranî ve hate organîzekirin.

Di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî ku li Tahranê ji aliyê Polîsên Exlaq ve hat qetilkirin û kesên ku di serhildanê de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

MALMO

Li bajarê Malmo yê Swêdê jî bi heman armancê bi tevlîbûna bi sedan kesî meşek hat lidarxistin.

Çalakvan li Möllevångstorgetêl’ê hatin ba hev û heta Gustav Adolfs Torgets’ê meşiyan.

Di meşê de tim û tim bi dirûşme hatin qîrîn û qetliama jinan a dewleta Îranê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ji bo berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamên piştgiriyê hatin dayîn. 

Her wiha dewleta Tirk jî bi dirûşmeya “Terorîst Erdogan” hat şermezarkirin.

Kesên ku ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.