Li Nîcê ji bo grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin

Ji bo piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê, li bajarê Fransa Nîce çalakî hate lidarxistin.

Çalakî li pêşiya Gara Trenê a Navenda Nîcê hate lidarxistin û pankartên “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bila bidawî bibe”, “Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 57’an de ye” û “Leyla Guven 96 roj in di greva birçîbûnê de ye” hate vekirin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên KCK û PKK’ê jî hatin hildan. Di çalakiyê de welatiyên li derdor têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin agahdarkirin. Eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê hate dayîn û çalakî bi saetan dom kir.