Li navenda Munchenê operasyona mezin: Kesek hate kuştin
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, li dora muzeya 'NS-Dokuzentrum' a li ser dîroka Nazîzmê operasyoneke mezin a polîsan hate destpêkirin. Di operasyonê de gumanbarek hate kuştin.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, li dora muzeya 'NS-Dokuzentrum' a li ser dîroka Nazîzmê operasyoneke mezin a polîsan hate destpêkirin. Di operasyonê de gumanbarek hate kuştin.
Polîsên Munchenê li ser hesabê xwe yê fermî yê X'ê daxuyaniyek da û got, "Li herêmên Birennerstrasse û Karolinenplatzê operasyoneke berfireh dewam dike."
Li gorî daxuyaniyê, "gelek ji servîsên lezgîn" ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketine û ji bo lêkolînkirina herêmê 'helîkopterek' hatiye şandin.
Polîsan li herêma Karolinenplatzê, li cihekî ne dûrî Serkonsolosxaneya Îsraîlê û NS-Dokuzentrum (Navenda Dokumantasyonê ya Dîroka Nasyonal Sosyalîzmê) kesekî 'gumanbar' hate kuştin û xeleka ewlekariyê ya berfireh hate danîn.
Li herêmê trafîk hate qedexekirin û hate gotin, niha li gumanbarekî din nayê gerîn.
Polîs qala naveroka operasyonê nekir û bang li mirovan kir ku 'gotegotan' belav nekin.