Li Marsîlyayê qetlîamên jinan hatin protestokirin

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê li dijî zêdebûna tundiya li ser jinan çalakî hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê gotin; "Em ê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" li her derê belav bikin û tundiya li ser jinan rawestînin."

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di 26’ê Îlonê de jinek ji aliyê hevserê xwe S.A ve hat xwestin ku were kuştin. Jina ku 7 derbên kêrê birîndar bû bi alîkariya kesên derdorê rakirin nexweşxaneyê. Rewşa jina birîndar hê jî giran e û di beşa lezgînî de tê dermankirin. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê ku di banê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) de xebatên xwe dimeşîne, li ber nexweşxaneya La Tîmon a ku jin lê tê dermankirin, hatin cem hev. Jinan pankartên "Tundiya li ser jinê siyasî ye", "Tundiya li ser jinan rawestînin", "Jin, jiyan, azadî" hildan, daxuyanî dan. Jinan gotin; "Em rê nadin tundî û qetlîamên li ser jinan."

Di daxuyaniya ku bi zimanên Kurdî, Fransî û Tirkî hat dayîn de wiha hat gotin: “Tundî, tacîz, destavêtin û qetlîamên pergala serdest a mêr a li ser jinan didome. Li Marsîlyayê jinek di 26’ê Îlonê de ji aliyê hevserê xwe yê berê S.A ve 7 derbên kêrê lê xist û hewl da hevala me ya jin bikuje. Em jin destûr nadin ku li ser beden û îradeya jinan desthilatdariyê ava bikin. Em dibêjin dest ji destwerdana vîna me berdin. Em ê pêvajoyên darizandinê bişopînin da ku kesên êrîşî beden, kesayet, îrade û jiyana jinan dikin bên eşkerekirin û cezayê herî giran li wan bê girtin."

"EM BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINAN DIMEŞIN"

Di daxuyaniya ku peyama berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî tundiya li ser jinê hat dayîn de wiha hate gotin: “Em weke Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, li dijî her cure tundî, tacîz, destavêtin û qetlîamên li ser jinan têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe didin. Em ê li dijî vê pergala serdest a mêr ku mafê jiyanê napejirîne, bi rêxistinbûyîn û pêşxistina xweparastinê têbikoşin. Weke jinên Kurd em ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê li mal, kolan û li ser kar bidomînin. Belê, em dizanin ku hêrs û fikarên pergala baviksalarî ya li hemberî têkoşîna jinan bilind dibe, zêde dibe. Navê têkoşîna jinan a ku di sedsala 21’an de pêş ket Jin Jiyan Azadî ye. Em jin bi felsefeya jin jiyan azadî ku li Kurdistan, Îran û Afkanistanê bilind dibe, têkoşîna xwe mezin bikin. Weke jinên Kurd, me bi kampanya, çalakî û berxwedanên ku heta niha pêk anîne, bersiv da êrîşên pergala kapîtalîst ên li ser jinan. Em bûne dengê jinên ku di bin zexta pergala baviksalarî de ne û em ê bibin dengê xwe. Em îro jî diyar dikin ku em ê di çarçoveya pêngava ‘Em bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinan ve dimeşin’ xwe bi rêxistin bikin, em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Em dibêjin werin em bi hev re vê hevkariyê mezin bikin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.