Li Marsîlyayê meş li dijî tecrîdê hat lidarxistin

Ciwanên Kurd, li Marsîlyayê ji bo balê kişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek meşalaleyî li dar xistin.

Ciwanên Kurd, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê meşeke meşaleyî li dar xistin.

Ciwanan, êvarê li navenda Belle de Maî ya Marsîlayê dest bi meşê kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Ciwanan, bi daxuyaniya ku da, îşaret pê kir ku tu agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin û şer bi dijwarî li Kurdistanê berdewam e û diyar kir ku civaka navneteweyî dengê xwe jê re nake, lê hêza Kurdan têrê her tiştî dike.

Ciwanan da xuyakirin ku bi rabûna erdhejê re nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî mirovan bi eşkerehî hatiye dîtin û got: “Em gelê xwe ji wijdanê faşîzma AKP-MHP’ê re nahêlin. Em ê bi destên hev bigirin û ji heq derkevin.“