Li Marsîlyayê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala li bajarê Fransa Marsîlyayê standa agahdar kirinê hate vekirin.

Komîna Jinan a Zîlan li Qada Comedîe ya Marsîlayayê bi daxwaza azadiya Ocalan stand hate vekirin.

Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya li beramberî grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven, hate dayîn. Komîna Jinan balkişand li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 107’an de ye û diyar kirin ku bêdengiya li dijî berxwedana dîrokî nayê qebûl kirin.