Li Marsîlya û Draguîgnanê salvegera damezrandina PKK hate pîrozkirin

41. salvegera damezrandina PKK li bajarên Marsîlya û Draguîgnanê bi merasîmên şevê hatin pîrozkirin.

Di salona Place de Roses a li Marsîlyayê ku tê de merasîm pêk hat posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatibûn hilawistin, her wiha ji bo gerîlayên şehîd bûne jî goşeyek hatibû xemilandin.

Di merasîma şevê ku di ber srûda “Ey Reqîb” bi deqqeyekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan destpêkir, siyasetmedatê Kurd Kemal Aktaş axivî û di axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK pîroz kir û li ser guhertinên siyasî nirxandin kir.

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku bi alayan hatinûn salonê  jî axivîn. Her wiha sînevîzyonek hate nîşan dan. Di merasîmê de ser hev drûşma “Bijî Serok Apo” dihat berzkirin.

Hozan Aydin, Xemgîn Bîrhat, Yelda Ebbasî û Hozan Sîmar di merasîmê de derketin ser dikê.

DRAGUÎGNAN

Li bajarê Draguîgnan’ê jî salvegera damezrandna PKK hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li salona Draguîgnan Camp’ê hatibû organîzrkirin de bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî û rêxistinên çep û sosyalîst û dostên Kurdan salveger hate pîrozkirin. Di salonê de posterên mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandeyê efsanevî yê PKK Mahsum Korkmaz (Egîd) hatibû hilawîstin, alayên PKK, KCK, YPG û YPJ û her wiha afîşeke mezin ku li ser hatibû nivîsandin “Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan pîroz be” hatibûn hilawistin.

Merasîm bi deqqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpêkir û li ser navê CDK-F Draguîgnan ji hevserok Erdal Mert û Hîdayet Ozkan axivîn. Piştî hevserokan ku salvegera damezrandina PKK pîroz kirin Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a herêma Alpes Marîtimes a Fransayê Phîlîppe Delîgrînî axaftinek pêşkêş kir. Delîgrînî bal kêşand ku wê di dozên mafdar de bi gelê Kurd re bin û got: “Weke hemwelatiyê Fransî û Ewropî em daxwaz dikin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Pêwîste ku Ocalan û Demîrtaş serbest werin berdan.”

Di merasîmê de hunermend Beytocan, Kawa Ûrmiye, Rênas Demhat û Kemalê Amedê derketin ser dikê.