Li Marsîlya bi hezaran kes ji bo Şengalê meşiyan

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi hezaran kesî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur Rojhilatê Sûriye û Şengalê bi meşekê protesto kirin.

Bi hezaran kes li bajarê Fransa Marsîlya li hev civiyan, êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê protesto kirin.

Kurdistanî saet 13:00’an li Qada Canabîerre li hev civiyan êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê bi meşekê protesto kirin.

Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û di meşê de alaya PKK, YPG, YPJ, TCŞ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Gel bê navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Erdogan birayê DAÎŞ’ê ye” berz kirin.

Meş heta Vîeûx Portê dom kir û gelek belavok hatin belavkirin.

Li Qada Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng ji bo bîranîna şehîdan bi rêzgirtinê destpê kir. Mîtîng bi xwendina belavok û axaftinan bidawî bû.