Mîhrîcana Çanda Kurd li Marsîlyayê hat lidarxistin

Li Masîlyayê îsal 3’yemîn Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Sînan Dersim bi şîara “Bi ruhê berxwedana gerîla Kurdistanê biparêze, Rêbertiyê azad bike” hat lidarxistin.

3’emîn Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Sînan Dersim a bi şîara “Bi ruhê berxwedana gerîla Kurdistanê biparêze, Rêbertiyê azad bike” li Parka Rose ya bajarê Marsîlya ya Fransayê hat lidarxistin. Mîhrîcana ku bi hezaran kes beşdar bû bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyê Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut derket ser dikê û gel silav kir. Zumrut bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Bi berxwedanê em ê vê yekê pêk bînin.”

Parlamenterê La Republique en Marche Saîd Ahamada, Berdevkê Collectîf Solîdarîte Kurdistan 13 Pîerre Morrîs û Seroka Komeleya Conscîence Amîne Kessacî axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku PKK rêxistineke ne “terorîst” e, tevgera azadiyê ye.

Hevserokê Federasyona Elewitan Demîr Çelîk jî di mîhrîcanê de axivî. Çelîk diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin û wiha domand: “Divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest bi dawî bibe. Em li her qadê li dora fikrên Rêber Apo dibin xelekek û azadkirina Rêbertiyê pêkan e.”

Hunermendên TEV-ÇAND’ê Kelaşîn, Dengbêj Mehmet, Rênas Demhat, Nûarîn û Şerîf Omer bi stranên xwe girse coşandin.