BI DÎMEN

Li Mantes la Jolie meşa 'Ji Rêber Apo re azadî' hat lidarxistin

Kurdistaniyên li Mantes la Jolie ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, diyar kirin ku ew di rewşa seferberiyê de ne û gotin: “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Kurdistaniyên li Mantes-la-Jolie yê Fransayê li ser banga Meclîsa Gel a Normandiya ya Fransayê hatin gel hev û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kurdistaniyên li ber qereqola bajêr kom bûn heta dêra Domê meşiyan. Di meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî navber dirûşmeyên "Liberté Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Terorîst Tirkiye" û "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.

Piştî meşê Hevserokên Meclîsa Gel a Normandiyê axivîn û gotin: “Azadiya gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de derbas dibe. Rêber Apo vîna gelê Kurd e. Erka me hemûyan e ku em xwedî li vîna xwe derkevin. Ji bo vê jî divê em ji bo azadiya Rêberê xwe seferber bibin.”