Li Lyonê şeva piştgiriya bi Rojava re

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo piştgiriya bi Rojava re li bajarê Lyonê yê Fransayê şevek hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê roja Yekşemê şevek hate lidarxistin. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Siyasetmedar Nîmet Sevîm piştre axivî, cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û berxwedana Rojava silav kir.

Sevîm diyar kir, ku piştî serketina Kobanê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû û got, dewleta Tirk hebûna xwe li ser înkar û tinekirina Kurdan daye rûniştandin.

Sevîm got, "Em bawer in ku em dikarin jiyaneke azad û demokratîk ava bikin."

Hunermend Hozan Comert, Rûmet û Rojînda Efrîn di şevê de derketin ser dikê. Beşdar jî li ber stranên wan govend gerandin. Hate ragihandin ku hatineya şevê wê ji Rojava re bê şandin.