Li Lûzernê pîrozbahiyên damezrandinê

Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin.

Bi boneya salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin.

Kurdistanî li qada Muhlenplatzê hatin ba hev û ji vir ber bi Neûstadtê meşiyan. Piştî meşa nîv saetê, girseya ku gihişt qada Helvetîaplatzê li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. Merasîm bi rêzgirtina ji giyanê şehîdan destpê kir. Hevserokê Meclîsa Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Lûzernê Ercan Guneş axivî û got: “PKK bi têkoşîna xwe, gelê ku ji çanda xwe dûr ketî rakir ser piyan û di encama vê de bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji bo hemû jinên cîhanê bû modela mînak.”

Piştre bi muzîkê û gerandina govendê, salvegera 45’emîn hat pîrozkirin.