Li Londrayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava li Londrayê hate protestokirin.

Gel li qada Trafalgarê hatin ba hev û sloganên ‘Erdoganê faşîst’, ‘Wê Kurdistan ji faşîstan re bibe goristan’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ berz kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojê Sûltan Çewlik axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dijminê jinê ye.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal jî diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû teknolojiya xwe êrîşî Kurdistanê dike û got, “Wê gelê Kurd û dostên wan li hemberî faşîzma Erdogan û êrîşên Tirk berxwedanê geştir bikin.”