Li Londonê çalakiyên ‘Ji Rêber Apo re azadî’ didomin
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li gelek herêmên Londonê afîş hatin daliqandin û ji Îmraliyê re jî kartpostal hatin şandin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li gelek herêmên Londonê afîş hatin daliqandin û ji Îmraliyê re jî kartpostal hatin şandin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ku 10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê hate destpêkirin, xebatên Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û pêkhateyên wê didomin. Heta niha gelek nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û gelek beşên civakê bi daxuyanî û civînan piştgiriya xwe ya ji kampanyayê re ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afîş daliqandin.
Li ser bi sedan afîşan gotina Abdullah Ocalan a “ji sosyalîzmê re israr kirin, ji mirovbûnê re israr kirin e” hatiye nivîsîn. Afîş li saziyên otobusan, bîlboardan, kargehan, apartmanan û dîrekên li ser cadeyên qelebalix ên bajêr hatin daliqandin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî” de jî merasîma ji Îmraliyê re şandina kartpostalan didome. Li Navenda Civaka Kurd a Harîngey bi tevlîbûna Kurd û dostên wan car din merasîma kartpostalan hate lidarxistin. Kurdan li avahiya KCC’ê qert îmze kirin û li ser kartpostalan fikir û hestên xwe nivîsandin.
Ciwana Kurd a bi navê Rojîn wiha got: “Serokê min Xwedayê mezin azadiyê bike nesîbê we û hevrêyên we.”
Dostê Kurd ê bi navê Tom Hogan jî diyar kir ku wê piştevaniyê bidomînin. Havîn a 16 salî jî wiha got: “Serokê min ê hêja, bi hêviya ku em we demildest li cem xwe bibînin. Bijî Azadiya Zindanan.”
Kurda bi navê Xetîce jî wiha hestên xwe anî ziman: “Ez niha digirîm. Ez pir bi hestiyar im, rondik ji çavên min herikîn. Em ji we hez dikin. Me esareta we qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Bi hezkirinan, Rêber Apo.”
Kartpostal ji Ofîsa Postayê ya li Harîngeyê hatin şandin. Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal diyar kir ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û got: “Em bawer dikin ku em nêzî rojên azadiya Rêber Apo ne.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Seîd Sûrûç jî wiha got: “Parastina Rêbertî, parastina azadiyê ye.”
Li Londonê çalakiyên “Ji Rêber Apo re azadî” didomin. Di çarçoveya pêngavê de wê roja 15’ê Sibatê li zanîngeha SOAS’ê bi tevlîbûna akademîsyen û nivîskaran Konferansa Kurdan a 3’emîn were lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê wê 16-18’ê Sibatê ji herêma Croydon a Başûrê Londonê meşeke dirêj lidar bixe.
Di çarçoveya çalakiyan de bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan wê roja 18’ê Sibatê li ber Mala Gel a Dalstonê bi wesîleya salvegera 25’emîn a komployê mîtîng û meşek bê lidarxistin.