BI DÎMEN

Li Londonê bîranîna Orhan Bîngol

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şehîd Orhan Bîngol li Londonê hate bîranîn.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Orhan Bîngol (Alî Dînçer) ku 6'ê Hezîrana 2024'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû li avahiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hate bîranîn. Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bîranîn lidar xist.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li gel xizmên fermandar Orhan Bîngol gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Di bîranînê de hate destnîşankirin ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê şehîd Orhan Bîngol di şexsê xwe de nîşan da ku sekna li dijî dagirkerî û xiyanetê divê çawa be. Li cihê bîranînê qurnefîl li ser maseya ji bo fermandar Orhan Bîngol hatibû amadekirin, hatin danîn û find hatin vêxistin.

Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal li bÎranînê axivî û şehîdên Kurdistanê hemû bi rêzdarî bi bîr anî.

Ercan Akbal diyar kir ku şehîd Orhan 33 salan têkoşîneke bênavber meşand û got, "Li her bihosta Kurdistanê şopa xwe hişt. Ev şop şopa azadiyê ye, berxwedana li dijî teslîmiyetê ye, şopa xeta şoreşgerî ya li dijî pasîfîzmê ye."

Ji Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan jî Serhat Hawar axivî û got, "Biyografiya jiyanê ya Fermandar Orhan Bîngol biyografiya xeta rêxistin, tevger, partiya xwe ye. Di vê biyografiyê de berxwedan heye, fedakarî heye, armancên azadiyê, bawerî, biryardarî û Kurdistaneke azad heye. Em ê Kurdistana azad teqez misoger bikin, dagirker wê têk biçin."

Herî dawî bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd Alî Poyraz axivî û şehîd bi hurmet û bi minetdarî bi bîr anî.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.