Li Lîegeyê çalakiya ‘Dem dema azadiyê ye’

Li bajarê Lîegeyê yê Belçîkayê di çarçoveya pêngava ‘Dem dem azadiyê ye’ çalakiyek hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Lîege yê Belçîkayê çalakiyek hate lidarxistin.

Hevseroka NAV-BEL’ê Duduya Albay, rojnameger Ziya Ûlûsoy û Hevserokê NCDK’ê Hamît Ûrmiye axivîn.

Di axaftinan de ji bo pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlêbûneke xurt hate kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Erdoganê faşîst û çeteyên wî êrîşî Kurd, jin, gel û mûxalifan dike û ev êrîş bi berxwedanê dikare were pûçkirin.

Di çalakiyê de belavok hate xwendin û çalakî bi slogên ‘Azadî ji Ocalan re’ bi dawî bû.