Li Lavrîoyê Qetlîama Qamişlo û berxwedana Sûrê hatin bibîranîn

Li Kampa Kurdan a li bajarokê Lavrîo yê girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê Qetlîama Qamiîlo û yên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Çalakiya ku roja Înê li kampê hate kirin koçberên Kurd jî amade bûn. Li qada bîranînê wêneyê Fermadarê Berxwedana Sûrê Çiyager û yên di Qetlîama Qamişloyê de şehîd bûbûn hatin hilan û find hatin pêxistin.

Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir û dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoregşer Welat Dîkmen ê têkildarî Qetlîam Qamişlo û berxwedana Sûrê axaftinek kurt kir, yên şehîd bûne bibîr anî.

Dîkmen bi domdarî got: “Divê jiyana şehîdan li her qadê bidin jiyîn û divê qet neyên jibîrkirn.”

Pişre jî yek ji şahidên Qetlîama Qamişlo Ciwan Resûl û Nûrettîn Ehmed roja qetlîamê vegotin.

Piştî axaftinan û şûnde Fermandarê Berxwedana Sûrê Çiyager hate bibîranîn. Her wiha nivîsa ciwanekî ku yek ji 15 kesên li dijî êrîşan di berxwedana Sûrê de cihê xwe girtibû ku li ser Çiyager hatibû nivîsandin hate xwendin.

Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.