Li Kolnê kesekî dî jî dest bi greva birçîbûnê kir
Ozkan H. Ozdemîr ku li Kolnê ya Elmanyayê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de bû, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kir.
Ozkan H. Ozdemîr ku li Kolnê ya Elmanyayê ev 5 roj in di greva birçîbûnê de bû, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kir.
AvEG-Kon têkilî grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorver ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. AvEG-Kon'ê got divê demildest daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê were bicihanîn û ji dewletên Ewropayê xwest ku zexta li ser dewleta Tirk were kirin, da ku tecrîdê rake.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve di hedefa hemû êrîş û komkujiyan de yên li Tirkiyê û Kurditanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan heye, bi tecrîda li ser Ocalan tê xwestin ku serî li Kurdan were tewandin û destkeftî werin tinekirin.
Greva birçîbûnê ya Leyla Guven û Nasir Yagiz û Strasboûrgê û li çar hêlên cîhanê hate birîxistin, her wiha hate gotin ji 16'ê Kanûnê ve 330 girtî û ji 1'ê Adarê ve ji 5 hezarî zêdetir girtî li dijî tcrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
JI BO KU DAXWAZ WERIN BI CIH ANÎN DIVÊ ZEXT LI TIRKIYÊ WERE KIRIN
AvEG-KON'ê got li gorî hiqûqa navnetewî û peymanên navnetewî divê daxwaza Leyla Guven û berxwedêrên dî yên greva birçîbûna ji hêla dewleta Tirk ve were biichanîn û di serî de ya Leyla Guven rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ber bi nebaşiyê ve diçe.
Her wiha hate bibîrxistin heta niha ji girtîgehan 6 girtî jiyana xwe ji dest dane, Ugur Şakar li Elmanya jiyana xwe ji dest daye, ew naxwazin zêdetir mirin çêbibin û diyar kir CPT, Komîsyona Ewroapyê, saziyên mîna NY'yê û dewletên Ewropayê ku êrîşên faşîst û komkujiyên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên bi desteka aborî, leşkerî û siyasî dibe hevkarê sûc ê dewleta Tirk û ew, ew desteka Elmanya û Ewropayê ya li dîktatoriya Erdoganê faşîst û terora wî şermezar dikin.
DIVÊ ZEXT LI TIRKIYÊ WERE KIRIN
Ozan H. Ozdemîr ku li dijî tecrîdê û faşîzmê di navbeyna 1-5'ê Nîsanê de ketî greva birçîbûnê ya 5 rojî de, greva xwe ya birçîbûnê gaveke dî bi pêş ve bir û kete greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Di daxuyaniê de hate gotin, ''Daxwazên berxwedana me ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger: Leyla Guven mafdar e, divê daxwaza 5 hezar girtî, yên berxwedêrên Hewlêr, Strasboûrgê û li deverên din werin bicihanîn û tecrîd demildest rabe.
CPT, KE, NY li dijî dewleta Tirk ku peymanên navnetewî binpê dike bi lezgînî divê tevbigerin. Dewletên Ewropayê divê best çavê xwe ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re bigirin , ji bo ku dawwaz werin bicihanîn divê zextê li ser dewleta Tirk bikin.''