li Kolnê 3 hezar kes bi slogana ‘Erdoganê qatil’ meşiya

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Li kolanên Kolanê dengê sloganên ‘Erdoganê dîktator’ hejiya.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan îro piştî nîvro li pêşiya Gara Trênê ya Kolnê li hev kom bûn.

Gel bi pankart û dovîzan êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Gel bi alayên TJK-E, YPG-YPJ, MLKP, ADHK, ANTÎFA ber bi Rûdofplatzê meşiya.

Rêxistinên çepgir ên Tirkiye û Elmanyayê jî piştgirî dan meşê. Di meşê de bêdengiya Elmanyayê hate şermezarkirin. Gel li Frîesenplatzê  sloganên ‘Erdoganê dîktator’ û ‘Bijî gerîla’ berz kir.

Hevserokê NRW FED-MED’ê Engîn Sever di mîtîngê de axivî û got ku “40 sal in li ser axa Kurdistanê berxwedaneke bêhempa heye. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê Kurdan qetil dike. Divê her kes bizanibe Kurd ne Kurdên berê ne. Êdî li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan hebe.”

Parlementerê Partiya Çep Andreî Hûnko jî diyar kir ku Erdogan ji kontrolê derketiye û hemû dewlet li hemberî Tirkiyeyê bêdeng in.