Li Kasselê piştevaniya Rojava hate kirin

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji aliyê YXK û JXK’ê ve şeva piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin. Dahata şevê ji bo Rojava hate şandin.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û  Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) şeva piştevaniya bi Rojava re li dar xist.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst beşdarî şeva piştevaniyê bûn.

Şeva piştevaniyê di çarçoveya pêngava Nehêle de hate lidarxistin û destpêkê Koroya Karkerkan a Kasselê (Arbeiterinen liederchor Kassel) derket ser dikê. Piştre hunermend Azad Bedran, Nûarîn, Slava û Serfîraz derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Di şeva piştevaniyê de eleqeyek mezin ji bo standa agahdarkirinê ya YXK-YXK hate dayîn. Hemû dahata şevê bi rêa Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava hate şandin.