Li Kaselê meşa piştevaniya bi girtiyan re û pîrozbahiya Newrozê

Li Kasselê bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî meş hat lidarxistin û piştre Newroz hat pîrozkirin.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Ji bajarên derdor jî kes tevlî meşê bûn.

Meş li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Kasselê bi dirûşmeya “Azadî ji bo girtiyên siyasî” di saet 14.00’an de destpê kir. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûn.

Girseyê pankartên ku daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê dikin, hildan û azadî ji girtiyên siyasî re xwestin. Girse qasî du saetan hetanî Nordsratdoarkê meşiya û piştre agirê Newrozê vêxist û pîrozbahî kir.