Li Helsînkiyê li dijî faşîzm û nijadperestiyê çalakiyek hat lidarxistin

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye li dijî faşîzm û nijadperestiyê çalakiyeke bi meşê hate lidarxistin.

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye bi tevlêbûna rêxistinên çep, şoreşger û antîfaşîst meşek li dijî faşîzm û nijadperestiyê hat lidarxistin. Li ser daxwaza rêxistinên ku tevlê meşê bûn, Komeleya Kurd jî tevlî meşê bû. Bi vê minasebetê bi dehan Kurdên li Fînlandiyayê dijîn bi al û dirûşmeyên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî li meydana ber Dêra Spî a Mezin dest pê kir û heya bi pirtûkxaneya mezin a navendî dom kir. Çalakvanan li ber pirtûkxaneyê daxuyaniyek dan û dirûşmeyên li dijî nijadperestî berz kirin. Her wiha rexneyên giran li polîtîkayên welatên Ewropa yên têkildarê penaberan, bêdengiya wan li ser zilm û zordarî yên li cîhanê diqewimin û wernegirtina helwest li hember dîktatoran û cihêkariya li nava mirovan li ser bingehê etnîkî girtin. Çalakî bi dirûşmeya "Kesî bi tenê nehêlin" hat lidarxistin.