Li Hambûrg û Nûrnbergê PDK û dewleta Tirk protesto kirin
Li bajarê Hambûrg û Nurnberg ên Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li girtiyan û êrîşên PDK’ê û dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li bajarê Hambûrg û Nurnberg ên Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li girtiyan û êrîşên PDK’ê û dewleta Tirk hatin protestokirin.
Di çalakiya li stasyona trenê ya Sternschanze ya Hambûrgê hate kirin de êrîşên PDK’ê bi dirûşmên ‘Bimre xiyanet’ hatin qîkirin.
Her wiha di çalakiyê de pankartên piştevaniya Şengalê tê kirin jî hate hildan û çalakvanan nerazîbûn nîşanî qedexeya polîsan a ji bo pankarta bi nivîsa ‘PKK’ da.
Berdevka NCKD Salahattîn Irmak axivî û êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş ziyanê dide hewldanên yekîtiya netewî.
NURNBERG
Li bajarê Nûrnberg a Elmanyayê jî bi heman armancê li Qada Hallplatzê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qîrkirin. Dewleta Tirk û PDK jî hatin şermezarkirin.