Li Hambûrgê xespkirina şaredariyan hate protestokirin
Li Hambûrgê bi çalakiyekê êrîşa li Zînî Wertê û desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.
Li Hambûrgê bi çalakiyekê êrîşa li Zînî Wertê û desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê êrîşa dewleta Tirk a li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê û desteserkirina şaredariya HDP’ê hate protestokirin.
Çalakiya bi pêşengtiya koma antî-faşîst hate kirin li pêşiya sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin.
Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, polîtîkayên faşîzan ên bi destê AKP/MHP’ê rexne kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Rojava Biparêzin’, ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî piştevaniya şoreşgerî’ û ‘Terorîst erdogan’ hatin qîrkirin.