Li Hambûrgê şeva piştevaniya bi Rojava re

Nûnera QSD’ê Newroz Ehmedî ku peyameke bi dîmen şand ji şeva piştevaniya bi Rojava re û got: “Ên ku bi qetilkirina me dixwazin têkoşîna me biqedînin, wê negihîjin armanca xwe. Em ê bi berxwedanê bibin layiqê hevrêyên xwe yên şehîd.“

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo silavkirina Şoreşa Rojava û xwedîderketinê, şeva ji bo piştevaniyê hat organîzekirin. Şeva piştevaniyê li salona dawetê ya bi navê Phonîx a Harbûrg a bajarê Hambûrgê pêk hat. Kurdistaniyên li Hambûrgê û Kîel, Lubeck, Stade û Wînsten Luheyê tev lê bûn.

Şeva piştevaniyê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Bi pişt re Nûnerê PYD’ê Dara Ahmed ku axivî û got: “Xwedî derketina li şoreşa bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan pêk hatiye, erka me hemûyan e. Em Kurd dixwazin li welatê xwe, xwe bi rê ve bibin û bi awayekê bi rûmet û wek mirovan bijîn. Ne çavên me di axa kesê de ne, ne jî dihêlin kes welatê me dagir bike.“

Nûnera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmedî bi peyameke bi dîmen, silav li beşdaran kir û li ser giringiya şoreşê axivî. Ehmedî got ku serdest tim jinên pêşeng ên şoreşê ji xwe re dikin armanc û wiha axivî: “Ên ku bi qetilkirina me dixwazin têkoşîna me biqedînin wê bi tu awayî negihîjin armanca xwe. Em ê jî bi berxwedanê hewil bidin ku bibin layiqê hevrêyên xwe yên şehîd.“

Di bernameya çandî ya şevê de Xemgîn Bîrhat, Koma Volkana Şoreşê, Ûmûr Botan, Şerîf Omer stran gotin û kêfa beşdaran gelek ji performansa Koma Folklorê ya Koma Efrînê re hat.

Şeva piştevaniyê, bi govendê û berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.