Li Hambûrgê darbeya 12’ê Îlonê hate protestokirin

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate protestokirin.

Çalakî li îstasyona trênê ya Sternschanzeyê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hambûrgê hate lidarxistin. Di çalakiyê de sloganên li dijî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate berzkirin.

Berdevkê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hambûrgê Serhat Çetînkaya diyar kir ku darbe îro jî ji aliyê rejîma Erdogan ve tê birêvebirin. Çetînkaya got ku, “Faşîzma leşkerî ya duh îro wekî faşîzmeke kesk civakê dieciqîne. Li ciha ku faşîzm heye wê berxwedan jî hebe. Heke berdêleke bi berxwedanê hewce be, em ê vê berdêlê bidin.”

Parlementerê Partiya Çep a Hambûrgê Metîn Kaya jî diyar kir ku faşîzm wekî duh îro jî li ser gelan terora xwe didomîne.