Li Grazê resepsiyona Newrozê hate dayin

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe yên Awûstûryayî li AK Saalê resepsiyona Newrozê dan.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinên xwecihî (Nûnerên KPO, SPO, Die Grunen û rêxistinên herêmî) resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Piştre jî bi dorê Grûp Dewran, Aref Cep, Şehrîbana Kurdî û Hozan Aydin derketin ser dikê. Siyasetmedarê Kurd Firat Anli jî axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

Girseya gel li ber muzîkê govend gerand û Newroz bi coş pîroz kir.