Li Goteborgê ji bo şehîd Aydemîr merasîma bîranînê hat lidarxistin

Li bajarê Goteborg ê Swêdê gerîlaya YJA Starê şehîd Gulistan Aydemîr (Devrîm Hejar) hat bîranîn.

Li bajarê Goteborg a Swêdê ji bo gerîlaya YJA Starê Gulistan Aydemîr (Devrîm Hejar) ku 27’ê Cotmeha 2022’an li Metînayê şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Malbata şehîd Devrîm Hejar û gelek welatparêz tevlî bîranînê bûn.

Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd, hat temaşekirin. Li ser navê malbatê xwişka wê ya mezin axivî û got: “Gulistan şehîda duyem a di malbata me de ye. Sala 1996’an ji malbata me kesek din tevlî karwanên şehîdan bû. Ev şehadetên ku êşên wê giran in, ji bo erk û berpirsyartî ne. Em ê bibin şopdarê mîrateya ku wan ji bo me hiştiye. Bila serê gelê Kurd sax be.”

‘PÊKANÎNA XEYALÊN WÊ, DEYNÊ ME YE’

Di axaftina li ser navê Malbatên Şehîdan a Goteborgê hat kirin de jî wiha hat gotin: “Şehîd nirxên me yên herî mezin in. Deynê me ye ku em xeyalên wan pêk bînin. Bila serê malbata heval Devrîm Hejar û gelê me sax be.”

Li ser navê hevalên têkoşînê yên Devrîm Hejar ev peyam hatin dayîn:

“Şehîd û gerîlayên me mirovên herî bedew û bi nirx in. Em deyndarê wan e. Wan ji bo azadiya gelê Kurd fedakariyên herî mezin kirin. Em ê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.