Li gelek welatên Ewropayê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Salvegera 70'yî ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Erwopayê hate pîrozkirin.

Li herêma Normandîe ya Bakurê Fransayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Pîrozbahî li navenda NCKD'yê hate kirin û peyama KJK'ê hate xwendin.

Di axaftinan de li ser navê TJK-F'yê axaftin hate kirin û li ser rojbûna Ocalan hate gotin, ''Ji bo me îro bûyina civaka Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn a azad tenê bi Rêbertiya azad pêkan e.''

MULHOUSE

Li Molhose ya Fransayê nêzî 100 kesî hatin cem hev û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Dema pîrozbahiyê de ji bo Ocalan bi şêwaza dengbêjî stran hatin strandin û govend hatin gerandin.

GİESSEN

Li Gîessenê ya Elmanayê ji bo rojbûna Ocalan baxçeyekî zarokan hate danîn û kulîlk hatin çandin.

HANNOVER

Li Hannoverê ya Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan Ronahî rojbûna Ocalan hate pîrozkirin, di bernameyê de têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê ya Oclan hate vegotin û her wiha çareseriya konfederaliya demokratîk a Ocalan hate destnîşankirin. Her wiha hate xwestin ku li grevên birçîbûnê yên dijî tecrîda li ser Ocalan xwedî derkevin.

DORTMUND-LOHNE-ESSEN

Li Dortmûn û Lohne ya Elmanyayê jî li navendên civaka Kurd rojbûna hate pîrozkirin, li Essenê bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Bêrîvan Şengalê rojbûna hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser jiyan û têkoşîna Ocalan axaftin hatin kirin, grevên birçîbûnê hatin destnîşankirin û şitl hatin danîn.

BORLANGE

Li Borlgange ya Swêdê jî salvegera rojbûna Ocalan hate pîrozkirin. Têkoşîn û felsefeya Ocalan hate vegotin, rojbûna Ocalan, ku week ''jiyana nû'' hatî pênasekirin, bi govendê hate pîrozkirin.

ANTWERPEN

Li Antwerpenê ya Belçîka jî gelek kes hatin cem hev û li  Navena Civaka Kurd a Demokratîk 4'e Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Sînevizyonek têkilî Ocalan hate nîşandan.