Li gelek navendên Swîsreyê şehîd hatin bibîranîn

Ji bo gerîlayên HPG, YJA Star û MLKP’ê li gelek navendên Swîsreyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Ji bo Şenol Sagaltici, Umît Tekîn, Dîlara Urpet, Emel Feremez Hisên û Zehra Yeşîltepe ku di demên cuda de şehîd bûn, li bajarên Cenevre, Bîel, Zurîh, Basel û Bern ên Swîsreyê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

CENEVRE

Ji bo Ferhat Erebo (Şenol Sagaltici), Metîn Dîcle (Umît Tekîn) û Sara Tolhildan (Dîlara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku 26’ê Îlonê çalakiya fedaî li dijî mala Mala Polîsan a Tece ya li Mersînê kirin, li Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê (CDK-Cenevre) bernameya bibîranînê hatin lidarxistin.

Gelek sosyalîst û welatparêz tev li bibîranînê bûn. Ji bo giyanê şehîdên têkoşîna şoreşê yên Kurdistan û Tirkiyeyê rêz hat girtin.

Piştre Nûnerê Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) Riza Çetînkaya behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Kurdistanê de kir. Çetînkaya diyar kir ku dewleta Tirk, bi ceribandina bi hemû rêbazên kirêt, şikandina têkoşîna gelê Kurd dike armanc û wiha axivî: “Ger ku gerîlayên azadiyê dikarin li Herêmên Parastina Medyayê li dijî hemû sûcên şer ên li dijî mirovahiyê têbikoşin, tiştê ku dikeve ser milên me jî ew e ku em li vê têkoşînê bibin xwedî. Em soza xwedî derketina li berxwedanê didin.“

Siyasetmedar Alî Orak jî behsa têkoşîna Şenol Sagaltici û Umît Tekîn kir û bal kişand bi ser berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê li dijî faşîzma AKP/MHP’ê û ev tişt gotin: “Bi Şoreşa Rojava re vîneke xurt a bi hevpariya gelê Kurd û gelên bindest ên Tirkiyeyê derket holê. Rolê pêşengiyê yê vîna bi têkoşîna hevpar derketiye holê.“ Orak destnîşan kir ku hemû çalakiyên li dijî şerê qirêj ê faşîzmê tên kirin rewa ne û wiha got: “Me soz daye gerîlayan, em ê jiyana hevpar a li ser axa xwe ya gelan ku xeyala şehîdan e, ava bikin.“

ZURÎH

Li Navenda Çand û Perwedehiyê ya Zurîhê, Şenol Sagaltici û Umît Tekîn û fedaiyên YJA Starê Dîlara Urper û Emel Feremez ên li Mersînê şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de daxuyaniya MLKP’ê ya piştî şehadeta Şenol Sagaltici û Umît Tekîn, hate xwendin. Li ser navê saziyên şoreşger jî axaftin hatin kirin.

Merasîm, piştî temaşekirina sînevîzyona li ser jiyana şehîdan, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

BÎEL

Ji bo Zehra Yeşîltepe (Diyana Norşîn) a ku di meha Hezîranê de li herêma Girê Cehennem ê Zapê di êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi tevlêbûna endamên malbatê û Kurdistaniyan li Navenda Civaka Kurd a Bîelê merasîma bibîranînê hate lidarxistin.

Di şexsê Diyana Norşîn de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê KOMAW’ê Mehmet Goksungur, qala nirxê şehîdan ê ji bo gelê Kurd kir û wiha got: “Ji bo em ji hesreta welatê azad û gelê azad a şehîdên xwe re bibin bersiv, em ê xwedî li ala wan a têkoşînê derbikevin. Ev soza me ye ji bo şehîdan.”

Di merasîmê de endamên malbata Diyana Norşîn jî yek bi yek axivîn. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş mafê axaftinê girt.

Kardaş anî ziman ku şehîd ji bo gelê xwe biparêzin xwe feda kirine û got: “Zehmet e mirov li ser şehîdan biaxive lê em ê li her derê xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Em ê di her derfetê de behsa jiyana wan bikin. Em ê wan bidîn jiyîn. Ji ber ew bi jiyana xwe, li cîhanê dîroka şoreşê ji nû ve dinivîsînin.”

Piştî axaftina Kardaş, bavê şehîd Diyana Norşîn sersaxî qebûl kirin.

BERN-BASEL

Ji bo şehîdên MLKP’ê Şenol Sagaltici û Umît Tekîn li Bern û Baselê merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.

Di merasîma li DKTM a Bernê hat lidarxistin de, daxuyaniya MLKP’ê hate xwendin û sînevîzyon hat nîşandan. Li ser navê Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş û saziyên cuda yên tev li merasîmê bûn, axaftin hatin kirin.

Di merasîma li lokala BEKSAM a Baselê hat lidarxistin de, sînevîzyon hat nîşandan. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin.

Merasîm, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.