Li gelek bajaran şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

EVRY

Li banliyoyeya Evry a Parîsa Fransayê di şexsê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Bi bibîranînê de çalakgera jinên Kurd Leyla Şoreşger axivî û diyar kir ku şehîd neteweyekê ava dikin û got, “Tevgera azadiya jinan bi helwest û têkoşîna xwe, welat û gelekî azad afirand.”

Şoreşger di şexsê şehîdên Geliyê Tiyarê Brûsk Dêrsim û Rûken Bîngol û di şexsê Egîd Civyan de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî.

DRANCY

Li banliyoyeya Drancy a Parîsê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de li ser navê TJK-E’yê Zozan Serhed got ku “Em ê xwedî li vê mîrateya şehîdan derkevin û têkoşîna wan bi ser bixînin.”

Serhed, Bêrîtan jî bi bîr anî û got ku, “Rêheval Bêrîtan bi helwest û mîsyona xwe ya pêşengtiyê hevaleke mînak bû. Îro ew bûye pêşenga Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û pêşenga têkoşîna jinan a dinyayê. Şehadeta hevall Rustem û heval Bêrîtan nîşanî me dide ku ev têkoşîneke mafdar e.”

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyon hate nîşandan.

Di bibîranînê de apê Herdem Riha (Osman Kaya) diyar kir ku ew ji şehadeta biraziyê xwe serbilind e. Birayê Şehîd Fûat Misteya Sûltanî jî diyar kir ku di malbata wan de 7 şehîd hene û 3 birayên wî hatine darvekirin.

Li bajarên Esslîngen, Aûrîch û Mannheîmê yê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsên Jinan jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.