BI DÎMEN

‘Li Fransayê Eniya Gel dikare gaveke girîng biavêje’

Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Fayik Yagizay, anî ziman ku mezinbûna rastgirên tund a li Fransayê pêwendiya xwe bi polîtîkaya hikûmeta Macron re heye û anî ziman ku Eniya Gel wê di hilbijartinên pêşwext de derketinek bike.

Di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê (PE) de Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Marîne Le Pen a rastgiriya tund, bi rêjeya ji sedî 31,5 ê dengan re li Fransayê di rêza yekemîn de cih girt. Partiya Ronesansê yê Serokkomar Emmanûel Macron jî bi rêjeya ji sedî 15,2'yan di rêza duyemîn de ye. Macron parlament betal kir û biryara hilbijartinên giştî yên pêşwext girt. Front Populaire (Eniya Gel), ku di dema Komara Sêyemîn de ji aliyê zêdeyî partiyeke çep ve hat avakirin û di salên 1936-1938'an de welat bi rê ve bir, partiyên çep re hevdîtin kir û biryar da biçe hilbijartinê. Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Fayîk Yagizay li ser siberoja hikûmeta Macron, rewşa Eniya Gel û bandorên gengaz ên bilindbûna rastgirên tund li ser Yekîtiya Ewropayê nirxandin kir.

Yagizay, anî ziman ku Le Pen di hilbijartinên beriya niha de jî bibû yekemîn li Fransayê û wiha got, “Lê belê, ji bo Le Pen neyê ser desthilatdariyê, tevahî partiyên din destek dan partiya duyemîn a Macron û wî anîn desthilatdariyê. Serokkomar Emmanûel Macron hikûmeteke ku sîstema lîberal a li Fransayê temsîl dike ava kir. Sîyaseta wî Fransayê pir aciz dike. Partiya Le Pen ji du qatan zêdetir deng wergirt. Ji ber vê yekê mîna ku tiştek nebûye êdî ne pêkan e ku Macron siyaseta xwe bidomîne. Fransa di rastiyê de dewletek e ku di dîrokê de netew-dewletê temsîl dike. Sîstemeke gelekî navendîparêz û neteweperest e. Mînak Elmanya, Swîsre û Îspanya federal in, lê Fransayê avahiya xwe ya navendîparêz bi temamî parastiye. Bi milyonan koçber hene, bi gelemperî jî ev penaber ji welatên  mêtinger hatine.”

Yagizay, da zanîn ku hilbijartin wê di demeke nêz de pêk were û wiha domand, “Ez bawer nakim ku rastgirên tund bikare di hilbijartinan de heman serketinê bi dest bixin. Ji ber ku hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ji hilbijartinên neteweyî cudatir in. Li Fransayê û li gelemperiya Ewropayê, partiyên rastgir ên tund hene ku li dijî Yekîtiya Ewropayê derdikevin. Temsîliyeta hemûyan li Parlamenta Ewropayê heye. Polîtîkaya xwe ya li Parlamenta Ewropayê jî bi armanca têkbirina Yekîtiya Ewropayê ye. Niha hê ew hêz bi dest nexistine, lê belê bi wergirtina du qatan ji dengên li Fransayê re xeteriyek wiha danîn holê.

Yagizay, destnîşan kir ku rastgiriya navendî di rastiyê de partiya ku modernîteya kapîtalîst temsîl dike û didomîne ye û wiha axivî, “Demokratên Xiristiyan hene ku em jê re dibêjin rastgiriya navendî û her wiha sosyal demokrat çepgirên navendî hene. Di siyaseta Ewropayê de du hêzên herî mezin ew in. Bi gelemperî rewş bi vî rengî ye. Niha di Parlamentoya Ewropayê de Demokratên Xiristiyan partiya yekemîn in û Demokratên Sosyal jî partiya duyemîn in. Ev hêz in ku modernîteya kapîtalîst li ser piyan dihêlin û didomînin, lê li hin welatan gav bi gav ji holê radibin. Ev jî krîza pergala kapîtalîst e. Em dikarin weke alarmeke ku krîza sîstema kapîtalîst a li gel netewe dewletê nîşan dide, binirxînin.

Li Fransayê, ne niha lê di rastiyê de di hilbijartinên berê de, tu nîşana navend-rast û navendî-çep tune bû. Bi taybetî jî Sosyal demokrat bi temamî hatibûn jêbirin. Lewma Sosyal demokrat di van hilbijartinan de bi tifaqên cuda karîbûn encameke diyar bi dest bixin. Ew ji nû ve wekî partiyek sêyemîn derketin, lê em dikarin bibêjin ku ev dawiya siyaseta lîberal e ku Macron li Fransayê temsîl dike ye. Heta niha em nizanin dê encama hilbijartinan çawa be. Di vê demê de xuya ye ku Bloka Çep di nav xwe de tifaqek çêkiriye.”

Yagizay, da zanîn ku çepgir gelek parçebûye û got, “Mezinbûna rastgirên tund, sedema xwe ji bê rêxistinbûna çepgiran digire. Li Fransayê, bi gelemperî çep her tim xurt bû û carinan jî desthilatdar bû; Ne li ser desthilatdariyê be jî tevgereke ku bi tevgerên sendîkayan, grev û xwepêşandanan xwe dide pêş e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ger çepgirên Fransayê bên ba hev, dikarin ji vê meylê re bibêjin 'raweste'.

Bi ya min eniya gel di van hilbijartinan de wê weke partiya yekem derkeve holê, ji ber ku li hêlekê rastgirên tund hene, li hêla dî jî rastgir û Macronê lîberal hene. Ji ber vê yekê, xuya ye niha parçe bûne. Dibe ku Macron û rastgirên navendî re bi hev re tevbigerin. Ez difikirim ku di van hilbijartinan de tifaqa çep-navendî dikare weke partiya yekemîn derkeve holê. Eger bi vî rengî dewam bikin, bi ya min dibe ku di hilbijartinên pêş de firsenda wan a wergirtina serokkomariyê hebe.”

Yagizayî di dawiyê de jî ev tişt anî ziman, “Hilbijartinên Ewropayê yên li Fransayê bi vî rengî pêk hatin. Li Elmanyayê bûn partiya duyemîn. Li Îtalyayê bûn partiya yekemîn û hêdî hêdî hêza xwe zêde kirin. Bilindbûna rastgirên tund li sê welatên herî mezin ên Yekîtiya Ewropayê, sînyalekê dide siberoja Yekîtiya Ewropayê. Ji ber vê yekê, dikarim bêjim ku eger dewletên Ewropayê polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas nekin, wê di dema pêş de ji bo Yekîtiya Ewropayê serdemeke zehmet be.”