Li Frankfûrtê meşa li dijî tecrîdê dest pê kir

Li bajarê Elmanya Frankfurtê li  dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke ku wê du rojan bidome hate desptê kirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li dijî komploya navnetewî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa ku wê du rojan bidome hate destpê kirin.

Ji Frankfûrt, Maînz, Gissenê gel tevlî meşa ku li qada Hauptwacheyê destpê kirî, bû. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser ‘Bila îzolasyon dawî bibe’ nivîsî hatin rakirin. Meşvan ber bi Hoffenheimê ve ketin rê.

Çalakger, sibê wê saet 10.00’an ji Hoffenheîmê ber bi parlamentoya eyaleta Wiesbadenê ve bimeşin.