Li Frankfûrtê êrîşa li dijî Şengalê hate protestokirin

​​​​​​​Li bajarê Elmanya Frankfûrtê Kurdistanî û dostên wan êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê protesto kirin.

Çalakiya li Frankfûrtê li Qada Haûptwache pêk hat.

Di çalakiyê de pankarta “Li Şengalê komkujî heye, Rojava li ber xwe dide” hate hildan û êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dewleta Tirk li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne”, “Kujer Tirkiye” û “Kujerê zarokan Erdogan” hate berz kirin.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî axaftin hate kirin û hate gotin ku piştî tinekirina DAÎŞ’ê dewleta tirk her roj êrîşî Kurdan dike.

Bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya beramberî êrîşa li dijî Şengalê jî hate protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana YBŞ’ê” bidawî bû.