Li Frankfûrtê bêdengiya Ewropayê hate protestokirin

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê çalakgerên greva birçîbûnê hate silav kirin û bêdengiya Ewropa ya beramberî çalakiyan jî hate protestokirin.

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Qada Haûpwache ku yek ji navendên herî qerebalix ên bajêre hate lidarxistin û di çalakiyê de bêdengiya Elmanya û Ewropa hate protestokirin. 3 kesan ji bo balê bikêşin li ser bêdengiyê dev, guh û çavên xwe bi banda reş girtin û peyama “Ewropa rolê 3 meymûnan dileyze” dan.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate silavkirin.