Li Frankfûrt û Freibûrgê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li bajarên Frankfûrt û Freibûrg yên Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyan hate protestokirin.

Li bajarê Frankfûrta Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ku li ser bangewziya FCDK-KAWA’yê hatin cem hev, bi meşekê êrîşên dawî yên dewleta Tirk protestokirin.

Di meşa ku bi sedan kes tevlîbûbûn berdewam dirûşmên “Erdoganê kujer” û “Bimre faşîzma AKP-MHP’ê” hatin berzkirin.

Piştî meşê hevserokê FCDK-KAWA Emîn Denîz axifî û got: “Vîna gelê Kurd ji aliyê tu hêzekê ve nikare were teslîmgirtin. Gelê Kurd bi avakirina yekîtiya xwe vê êrîşên dewleta Tirk pûç dikin.”

Di axaftina ku li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk hatî kirin de, ew peyam hate dayîn ku bi xwe rêxistinkirina gel ya li her qadê vê dawiya faşîzmê bîne. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

FREIBÛRG

Di çalakiya ku li bajarê Freibûrg ya Elamanyayê hate lidarxistin de êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk hat protestokirin.

Çalakî li Meydana Alte Synagog de hate lidarxistin, belavok hatin xwendin û belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.